18 april 2015

Bersîva pirsên Reşad Ozkan: Ez nivîsandinê wek şerekî li hrmberî dijmin dibînim



1- Tu bi tenê kurdî dinivîsî û naxwaze ti kes nivîsên te bi tirkî şîrove bikin çima?

Bloga min bi kurdî ye, dibê şirove jî bi kurdî be. Ez bi kurdî dinivîsim. Kesên nivîsên min şirove dikin tê wê maneyê ku bi kurdî dizanin, nivîs xwendine. Loma jî dibê şirove jî bi kurdî be. Bi kurdî bixwîne û bi tirkî şirove bike ez qebûl nakim. Yê bi kurdî xwend dibê bi kurdî jî şirove bike. Ne şert e bi kurmancî bike, bi kîjan lehçeya kurdî dike bira bike. Lê dibê bi kurdî be, tirkî, erebî û farisî qebûl nakim.
 

Û ya din jî heger ez destûrê bidim yekî, ewê rişme ji destê min derkeve, piraniya taqîpciyên min ewê bi tirkî binivîsin.
Ez naxwazim rê bidim tiştekî wiha. Wek kurd, wek nivîskar wezîfeya min xizmeta ji zimanê min ra ye. Jixwe armanceke min jî xizmeta ji kurdî ra ye.

2- Kîjan stratejî baştir e: Nivîsandina bi yekzimanî an jî bi duzimanî/pirrzimanî?

Ew li gorî meriv li dû çi ye û blogeke çawa ye. Hin kes dikanin di bloga xwe da rê bidin tirkî-kurdî û hin zimanên din jî. Lê hedefa min ne ew e, bloga min ne platformeke wiha ye.
Min xwe bi kurdî sînor kiriye. Ez naxwazim bi tirkî binivîsînim, loma jî şiroveyên tirkî jî qebûl nakim. Ez dixwazim xizmetê ji kurdî ra bikim, heger mimkûn be çend kurdên kurdînezan fêrî kurdî û nivîsîna kurdî bikim. Kurdî di nava kurdan da belav bikim…

3- Mesaja te bo xwendevanan çi ye, çima navê malpera blogga te “hindik-rindik” e?
Hindik-Rindik him navê quncikê min yê rojnameya Armancê bû û him jî navekî xweş e. Ev nav di Hawarê da hebû. Me di dema Armancê da ji wir îlham girt. Û dû ra jî di malpera Netkurdê da min wek navê quncikê xwe yê pêkenînan bikaranî.
Yanî ez çûm ku navê “hindik-rindik” jî tim da dû min. Loma jî min navê bloga xwe jî kir “hindik-rindik”. Navekî balkêş e û tam li gorî navîsên kin e, lê bi piranî ez li gorî navê blogê hereket nakim. Navê bloga min “hindik-rindik” e, lê nivîsên min gelek caran dirêj û nerindik in…

4- Roja te çava dest pê dikê û çava derbas dibe?

Ez li dahîreyeke Swêd rojê 8 saetan kar dikim. Sibê saet di 06.30î da radibim sandiwîça xwe û tasika xwe ya seferê yanî xwrina xwe ya navrojê hazir dikim û saet li dora 07.00 ji mal derdikevim, berê xwe didim kar.
Heta 16.30î li kar im. Li ciyê kar li gel ku yasax e û şef carê bala min jî kişand, lê dîsa jî ez di her fersendê da ez dinivîsim, face xwe taqîp dikim.
Jixwe heger li ciyê kar nenivîsim, li mal wexta min ya nivîsê bi şev herî zêde 2-3 saet in. Ew jî dibê ez pir efektîv bû bi program hereket bikim. Ew jî gelkî zor e. Piştî kar saet li dora 18.00 digihîjim mal. Ê xwarin e, carnan çêkirina şîvê ye, alîkariya xanimê ye, welhasil saet dibe 19.30. Di vê saetê da di telewîzyona Swêd da nîv saetê li xeberên swêdî guhdarî dikim. Virda wêda saet ji heyştan derbas dibe. êdî wexta xwendinê, nivîsînê û blogê tê. Bi lez bala xwe didim hin malperên kurdî û tirkî yên xeberan, carnan bala xwe didim hin telewîzyona jî. Yanî bi şev du sê saetên min bi vî hawî, bi xwendin û nivîsînê derbas dibin.
5- Dema ku tu dinivîsî qahve, çay, an jî tiştkî din be, tu çi vedixwî?

Belê, çay û qahwê vedixwim. Berê çend qedeh çay vedixwim. Dû ra, derengê şevê dest bi qahwê dikim. Hin caran ji xanimê rica dikim ji min ra qahweyekê çêke, lê di xwe ra nabîne ji ber telewîzyonê rabe. Mecbûrî ez radibim qahwa xwe jî çêdikim. Bi gelemperî em qahwa swêdî vedixwin.
Lê yê min xusîsî qahwa kurdî jî heye, qahwa kurdî xanim nizane wek min xweş çêke, ew karê min e.
Jixwe ez jî dixwazim qahwa xwe bi destê xwe çêkim. Qahweya kurdî kes nikane wek min xweş çêke Qahwa tirk, qahwa ereb li mala me yasax e.
Li mala me tenê qahwa kurdî çêdibe. Li Tirkiyê jî ez tu carî ”qahwa tirkî” naxwazim, tim qahwa kurdî dixwazim...
Li Diyarbekrê li çend ciyan min navê ”qahwa tirk” kir qahwa kurdî. Min ji qahwecî ra got, ma hûn mecbûr in bibêjin ”qahwa tirk”? Bibêjin ”qahwa kurdî”, ewê bi cî bibe.
Ez bawer dikim li çend ciyan piştî israra min, navê qahwa kurdî ket menuyê…

6- Ma gelo tu dikarî di 2-3ê haftan de bê blog, computer, handy an jî facebookê bijî?

Belê dikanim, lê ne li Swêd, dema diçim tahtîlê. Lê di jiyana meriv de valayiyek çêdibe, dûzana meriv xera dibe. Ji sala 2010 û virda ye ez dikanim herim Kurdistanê û werim. Berî wê 30 salî nikanîbûm herim. Hercara ez çûme Kurdistanê ez 5-6 hefteyan mame.
Min tu carî computer bi xwe ra nebiriye û ji welêt qet nivîsî ye. Jixwe di warê teknîkê da, bikaranîna telefon û computerê da ez ji texmînan jî xeşîmtir im. Loma jî min heta nuha li dervayî Swêd blogerî qet neceribandiye…

7- Tu Kîjan bloggê bi taybetî baş dibînin û kîjan bloggan dişopînî?
Weleh ez blogên kesên din taqîp nakim, jixwe haya min jî ji blogên din tuneye. Haya min ji bloga Zinar Ala heye. Çend sal berê bi min ra hevpeyvînek kiribû. Ez carnan lê dinêrim. Lê pir kêm.
Kêfa min ji blogên bi tirkî ra qet nayê û li wan nanêrim. Û yên kurdî jî pir kêm in. Heger hebin jî haya min ji wan tuneye. Carnan di googlê da lê digerim lê nabînim. Ji blogan zêdetir face û twitt hene. Çend roj berê xwediyê bloga ”Perxudres” O. F Baran, bi min ra hevpeyvînek kir. Ew jî blogek nuh e. Min çend caran riya xwe bi wê jî xist. Wekî din tu blogên din nayên bîra min. Hebin jî ez nizanim.

8- Tu li kî dere û kinga karî baştir binivîsî?

Cî zêde ne muhîm e, lê dibê tenê bim, bêdengî hebe. Di demên din da jî kanibim binivîsim û dinivîsim jî, lê ne wek wextên tenêtî yê. Wexta min ya herî berhemdar û li gorî dilê min, saetên(22.00) piştî raketina xanimê ye.
Piştî vê saetê li salonê bêdengiyek total heye û ez û computer bi tenê ne. Bêyî dengê tikîna tûşan dengekî din tuneye.
Di vê tenêtiyê û bêdengiyê da hestên min radibin pêdarê û di serê min da fikir li binguhên hev dikin. Piştî nivîsîna cumleya pêşî êdî nivîs qediya ye. Ya herî zor cumleya pêşî ye, dibê ew li gorî dilê min be.
Dema hevoka pêşî ne li gorî dilê min û seqet be, ya jî zeîf be, ez derdikevim derve û cixareyekê dikşînim û ban fikran dikim. Ya jî diçim qahweyekê didim ser. Fêdeya qahwa tahl çi çayê zêdetir e, qahwe baştir hiş li serê min top dike…

9- Tu ji bo çi dinivîsî û bloggvaniya te di beşa minaqeşa siyasî de rollek çava dilîze?

Pirseke zor e û bersîva wê jî ne hêsa ye. Bersîva, ”meriv çima û ji bo çi dinivîse?”, bi rastî jî pir zor e û li gorî her nivîskarî û her blogerî bersîveke xwe heye û diguhere.
Ji bo min nivîsandin şerê li hemberî bindestiyê ye, liberxwedan e, micadeleya li hemberî îşxala welatê min e. Xebat û têkoşîneke mitewazî ya ji bo azadî û serxwebûna welatê min e.
Welatê min di bin îşxalê da ye û kurd li herçar perçên Kurdistanê di şerekî man û nemanê da ne.
Li sernaserê Kurdistanê liberxwedaneke bêhempa heye. Di demeke wiha da wek kurd ez naxwazim bêdeng bimînnim û li terora dijmin temaşe bikim.
Yanî ez nivîsandê wek liberxwedanê, wek şerekî li hemberî hêzên îşxalkar dibînim.
Hinek ji bo welatê xwe canên xwe feda dikin, hinek jiyana xwe di zindanan da diborînin. Ji min jî ev tê. Ez dikanim binivîsim û loma jî wiya dikim. Sebebekî din jî ez ji nivîsandinê hez dikim, kêfa min ji nivîsandinê ra tê.
Wek însan ez dixwînim, dibihîzim, dibînim. Û bi min ra hin his peyda dibin, di serê min da hin fikir çêdibin.
Ez dixwazim van hestên xwe, van fikrên xwe bi riya nivîsê bidim der, bi kesên din ra parve bikim. Bi kurtî gava bawer dikim ku gotineke min ya ez bibêjim heye, ez dinivîsim.
Nikanim nenivîsim. Ez bawer dikim nivîsên min, bloga min di warê siyasî û kurdayetiyê da tesîreke pozîtîf li xortan dike.
Bi dîtina min tesîra li hewa û atmosfera siyasî jî ne xerab e, ez dibêjim pozîtîf e.

10- Gelo bloggvanên siyasî dikarin bibin multiplikator û rêveberên bîrbaweriyan?
Belê çima na. Nivîs di nabêna însanan da pira ye, ne bend e, wasiteyeyek baş e. Ya muhîm meriv zanibe nivîsê baş bikar bîne.

11. Wek blogvanêkî tu rewşa kurd û Kurdistanê îro û di pêşerojê de çava dibînî?

Bi dîtina min, rewşa kurdan li gorî deh sal, bîst sal berê gelkî baştir e û em îro ji her demê bêtir nêzî azadiya xwe bûne.
Lê vê nêzikbûna azadiyê barê me girantir û dijminên me jî hovtir kiriye. Loma jî ji berê bêtir êrîşî ser me dikin.
Lê ev êrîşên wan nîşana xurtiya me û qelsiya wan e. Ew çi bikin jî ewê nikanibin kurdan wek berê bindest bihêlin. Pêşeroj ya miletê kurd e, ew çi bikin jî emê zincîrên bindestiyê bişkînin û bigihîjin azadiya xwe.

12- Medyaya civakî (social media) Facebook, Twitter, Blogg hwd.. li ser civak û siyaseta kurd guhertinên çava çekirine?

Bi dîtina min tesîrên pir pozîtîf kirine. Sînorên dijminên me danîbûn êdî bêtesîr û bêmane bûne. Kurdek li Silêmaniyê, yek li Mahabadê, yek li Qamîşloyê û yek li Diyarbekrê li mala xwe rûdine û bi hev ra dipeyivin, nivîsên hev dixwînin, dîtinên hev fêr dibin û ji hev muteesîr dibin.
Ji bo kurdan, ji bo miletekî bêdewlet ev îmkan şoreşeke muhteşem û pir mezin e. Vê teknîka nuh, medyaya sosyal di warê fikrî û siyasî da yekîtiya kurdan çêkir, hestên kurdayetiyê û girîngiya yekîtiyê bi kurdan ra xurt kir.
Di dîrokê da ev cara pêşî ye teknîk feydeyeke hewqas mezin digihîne kurdan. Bi saya medya sosyal, me xwe gîhand hev,  em bûn yek milet, me bêtir hevûdu nas kir û ji hevûdu fêm kir.
Em ziman û devokên hev fêr bûn û fêr dibin. Me dengê hev bihîst û sûretên hev dît. Bi kurtî vê teknîka nuh hestên me yên perçebûyî cebirand, bi hev ve keland, barîyerên di serên me da hilweşand, bi kêmanî derz lê xixt…

13. Dema ku ti dinivîsî, ma gelo tu bi swedî an jî bi kurdî difikîrî/diponijî

Ez bi zanîn bi tu zimanekî din nafikirim, heta ji min tê bi kurdî difikrim û bi kurdî dinivîsim. Loma jî hemû xwendevan ji zimanê min, ji sentaksa(hevoksaziya)nivîsên min razî ne. Ez ji cumleyên dirêj, tevlihev û gotinên naylon hez nakim û bi kar jî naynim. Zimanê min sade û basît e. Dixebitim ku wiha be, ji bo têgihîştina nivîseke min dibê xwendevan li ferhenga negerin. Dibê xwendevan ji kurdî veneciniqin, netirsin. Dema dinivîsim hizreke min ya wiha heye.

14- Tu dixwazî ji blogvanên ciwan re çi bibejî?

Wek her karî, di blogeriyê da jî ji bo serketinê îstîqrar û sebat lazim e. Dibê meriv zû newest e û berdewamiyê nîşan bide; ji bo ku kanibe baweriyê bide xwendevanan. Dibê xwendevan bizanibe di bloga te da her roj tiştekî nuh heye.



Inga kommentarer:

Skicka en kommentar

PARVE BIKE